Stêrikên Qamişlo
Ferman s. bonceq
Biçirisin...
Biçirisin stêrikên Qamişlo biçirisin.
Ronaîyaxwe...geşbikin,bikin rojistan.
Biweşênin li kolanên bajêr,
Li camiya Qasimo,
Li celda herdû piran,
Li rêka goristana şêrîn,
Bikin rojistan,
çimkî...em bi rêde tên.
Biçirisin…
û car caran..dakevin.
Lê nerijin weke stêrikên derwîn.
Hêdi hedî,tîrêj bi tîrêj,
Weke rengê wê xwîna ji mere bû hêvî.
Hêviyên xwe ...belabikin.
Li bûka salê,
Li dayikên xemgîn,
Li zarokên kelogirî.
Belê.. carcaran dakevin,
çimkî em li bendawene.
Biçirisin…
Biçirisin jibo adara xemgîn.
Bûka her salên meyî tehl û şêrîn.
Mizgîna azadiyê,
Tûyî sal vegera hertiştî.
Iro salek derbasbû…
Di sal derbasbûn…
Gelek sal wê salên xwe bixwin…
Em çbkin,ev adara bê bext û bê ol,
Xwîn mija xwîn mij,
Sterikên qamişlo jibote..bûne sal hijmêr.
û her hijmarek bi karwanekî zêrîn,
û her karwanek bi sed hêvî û hêvî.
De tijî hêviyên xwe belabike…
Li kolanên bajêr,
Li rêka goristana şêrîn,
Li rêka goristana şêrin.
التعليقات (0)